İSTANBUL
Galatasaraya ku amadekariyên xwe yên sezona nû didomîne, dê îro ji bo qûpaya Acqûa Leteyê bi tîma Napolî ya ku di lîga 1emîn a Îtalyayê de dileyîze re bikeve pêşbirkeke taybet.
Galatasaray piştî kampên ku li Îngilistan û Slovenyayê kir, derbasî Îtalyayê bû. Tîma sor û zer dê li qada San Paoloyê, îşev bi saeta Tirkiyeyê di saet 21.45an de bi Napolîyê re dest bi pêşbirkê bike.
Îsal cara 9emîn e ku ev qûpa tê organîzekirin. Pêşbirk di dema asayî de ku bi beramberiyê biqede dê encam êdî bi penaltiyan eşkere bibe.
Galatasaray di pêşbirkên amadehiyê de heta niha Shrewsbûry Townê 3 û 0, Notts Coûntyê jî 2-1 têk bir. Di pêşbirka ku li Îzmîrê bi Malagayê re kir jî 3 û 3 beramber ma.
Ji bo vê pêşbirka Galatasaray û Napolîyê hat diyarkirin ku 47 hezar bilêt hatine firotin.