NAPOLİ
Galatasaraya ku amadehiyên xwe yên heyama nû didomîne, di qûpaya Aqûa Leteyê de bi Napolî re hat li hemberê hev. Tîma lîga Serîe A (Îtalya)yê Galatasaray li stada Sao Paoloyê ezimand. Golên Napoliyê di deqeya 5emîn de Pandev, di deqeya 81emîn de Zûnîga û di deqeya 90+3ê de jî ji penaltiyê Însîgne avêt. Gola Galatasarayê jî di deqeya 57emîn de Ambarat avêt.
Nîva ewil bi serketina 1 û 0 ya xwediyê malê ve qediya. Di nîva duyemîn de Sabrî Sarioglû, Engîn Baytar û Nordîn Ambarat daxilî pêşbirkê bûn û bi van guhertinan Galatasaray zêdetir bû xwediyê lîstina gogê. Ambarat ji aliyê hêla çepê ve gelek hemle bir ser qeleya reqîp de bir û di deqeya 57an de goleke xweş avêt. Piştî vê golê ji Galatasarayê tu gol nehat, Napoliyê di deqeya 81 û 90+3ê yî de golên xwe avêtin û Galatasarayê 3 û 1 têk bir.
Bi vê skorê tîma Galatasarayê di pêşbirkên amadehiyê de beriya heyama nû cara ewil têk çû.