LONDON
Di Lîga Şampiyonan a UEFAyê de Galatasaray û Chelsea di rovanşa tura 2emîn de hatin hemberî hev.
Di deqîqeya 4emîn a pêşbirkê de Chelseaya tîma Îngilistanê bi gola Samûel Eto ve 1 û 0 bi pêş ket.
Fitbolîstê Chelseayê Gary Cahîll di deqîqeya 42emîn de gola tîma xwe ya duyemîn avêt û skor bû 2 û 0.
Nîva ewil a pêşbirkê bi 2 û 0 serkeftina Chelseayê ve bi dawî bû.
Di nîva duyemîn de jî ji her du tîman tu gol nehat.
Chelseaya ku li mala xwe Galatasayê 2 û 0 têk bir bi vê encamê derket fînala çaryek a Lîga Şampiyonan.
Galatasray a ku di pêşbirkê de tu serkeftineke bidest nexist jî ji Lîga Şampiyonan xatir xwest.
Galatasaray û Chelsea di pêşbirka ewil a ku li Stenbolê hat lîstin de 1 û 1 beramber mabûn.