ANKARA
Anadolu Agency dê nûçeyên der barê Kûpaya Cîhanê ya FIFa 2014an a ku dê di navbera 12 hezîran û 13ê tîrmehê de li Brezîlyayê bê lîstin, bi 7 zimanan biweşîne.
Anaodolu Agency nûçe, wêne û dîmenên der barê tîmên neteweyî yên ku dê digel paytext Brasîlîayê beşdarî organîzasyonên li Rîo de Janerîo, Sao Paulo, Belo Horîzonte, Cuîaba, Curutîba, Fortaleza, Manaus, Natal, Porto Alegre, Recîfe û Salvadorê jî bibin, ragihîne aboneyên xwe.
Nûçeyên AAyê dê bi kurdî, erebî, îngilizî, BHS (boşnakî, hirwadî, sirbî), fransî û rûsî serwîsî tevahiya cîhanê bên kirin.
Nûçeyên der barê Kûpaya Cîhanê de dê ligel hûrgiliyan li ser navnîşana http://www.aa.com.tr/tr/fifa-2014 cî bigirin. Her wiha dê nûçeyên der barê tûrnûwayê de jî li ser çapemeniya civakî jî bên belavkirin.
-Pakêta dewlemend a nûçeyan
Anadolu Agency pakêteka ku ji dîroka Kûpaya Cîhanê, nasandina tîman û ji nişeyên hevdu balkêştir ên kûpayê û bi tevahî ji 110 nûçeyan pêk tê, amade kir. Anadolu Agency vê pakêtê dê di navbera 26ê gulanê û 11ê hezîranê de ragihîne aboneyên xwe.
Beriya pêşbirkên hemû koman, 40 nûçeyên ku analîzên bihûrgilî tê de hene jî heta ku pêşbirkên tûra duyem dest pê bikin dê bên serwîskirin.