Ferizat Kaya
09 Gulan 2017•Rojanekirin: 11 Gulan 2017
AGRI
Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeya Bazîdê di navbera mamosteyan da turnûvaya fotbola qada xalîçe, li dar xist.
Midûrê Perwerdehî ya Neteweyî Yûsûf Yardimci bêşdarî vekirina Turnûvayê bû û got ku hêvî dike ku pêşbirk bi camêrî bê lîstin û wiha dewam kir: " Şahiyeke xweş e, hêvî dikim ku em pir kêfê bistînin. Di pêşbirkan da hevdû neêşînin û bi camêrî bilîzin."
Kordînatorê Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeya Bazîdê Huseyîn Dûşbûdak jî ragihand ku gelek kes beşdarî organîzasyonê bûn. Dûşbûdak got ku pêşiyê ji bo xwendekaran organîzasyon çêkirin û wiha dewam kir: " Dema ku organîzasyon bi kêf derbas bûn, ji mamosteyên me jî daxwaz hatin. Me jî li ser daxwazan 20 tîm ava kirin. Organîzasyon dê heta 24ê gulanê dewam bike. Li vira armanca me ew e ku mamosteyên me stresa xwe ya salekê bavêjin."