KARS
Bi paqijkirina sahaya fitbolê ya ku ev demeke dirêj e di bin berfê de bû, tîma fitbolê ya Sarîqamîş Esnaf Spor ya ku di Lîga Amator a Mezinan a Qersê de dilîze, dest bi xebatên xwe yên nîva duyemîn kir.
Sarîqamîş Esnaf Spor ji ber ku ev 15 roj in bê navber berf dibare nekarî ku li stada bajêr a Midûriya Werziş û Xizmetên Ciwaniyê ya Sarîqamîşê antrenmanê bike.
Makîneya paqijkirina berfê ya Îderaya Taybet a Bajêr a Qersê û makîneyên kar ên Şaredariya Sarîqamîşê berfa ku bi qasî metroyekê bû, paqij kirin û dikarin niha li sahayê fitbolê bilîzîn. Lîstikvanên Sarîqamîş Esnaf Sporî jî xebatên xwe yên nîvco berdewam kirin.
-Sitûrahiya berfê metroyek bû
Rahênerê Sarîqamîş Esnaf Sporê Îsmet Buyuk daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku ji aliyê şert û mercên hewayê ve, şertên Sarîqamîşê li gor cihên din girantir in.
Buyuk diyar kir ku bi taybetî zivistanê ji ber serma û berfê xebatên xwe bi fedakariyeke mezin berdewam dikin û wiha axivî: "Em xebatên xwe li gor van şertan eyar dikin. Li sahaya me sitûrahiya berfê digihêje metroyekê. Saha me hat paqijkirin û me dest bi xebatên xwe kirin. Armanca me ew e ku em derkevin Lîga Amator a Herêmê. Em ji bo vê yekê guh nadin berf û bagerê û xebatên xwe berdewam dikin."
Arîkarê Serokê Sarîqamîş Esnaf Sporê Selahattîn Karabag jî qal kir ku di van rojên dawîn de gelek berf li Sarîqamîşê ket û wiha axivî: "Sahaya me bi temamî di bin berfê de ma û me nekarî ku em bixebitin. Piştî ku sahaya me hat paqijkirin me xebatên xwe berdewam kirin."