ŞIRNAK
Endamên Kulûba Werzîşên Xwezayî û Pisqiletê ya Diyarbekirê û Platforma Hawirdorê ya Şirnakê jî di nav de koma "Kolektîfa Eko- Jîn" ya ji 20 kesan pêktê, piştî rêwîtiya ku li Dersîmê dest pê kiribû, li Şirnakê ji bo bendav û santralên termîk xwepêşandan kir.
Komê li Qada Omer Kabakê dirûşmeyên kurdî û tirkî avêtin û Îlhan Gokçe li ser navê komê daxuyaniya çapemeniyê xwend. Gokçe diyar kir ku di rêwitiya xwe de rastî gelek mîrateyên çandî û xwezayî û gelek zimanên cuda û peyvên cuda hatin.
Gokçe îdia kir ku bendav, santralên termîk, ocaxên komirê yên li Şirnexê ji bo herêmê xetereyeke mezin e û wiha axivî: " Li gor fikr û ramanên me tevî her tiştî dîsa em xwediyê erdnîgariyeke gelek xweş in. Ji ber wê jî me di rêwitiyê de bala xwe da ser xweşikahiyên vê erdnîgariyê. Dibe ku newalekê ku em îro tê re derbas dibin, çûka masîgir ya ku di çemê Dîjleyê tê dîtin, piştî saleke din nekarin bibînin. "
Kom piştî daxuyaniyê bi bisqilêtan li bajêr geriya û pişt re ji bajar derket.