Pîraniya malbatên koçber eqrebeyê hev in û di konên bêserşok, bêdestav, ji ava vexwarinê mehrûm dijîn, nûçeyên çareseriyê bi baldarî dişopînin û vedigerin welatê xwe.
Xebatkarên di bin serma û germê de rojane bi 40 lirayî dişuxulin beriya vegera welatên xwe ji bo debara xwe fikaran dikin.
- Piştî 11 salan dê vegere gundê xwe
Ahmet Kûlter di temenê xwe yê 5 salî de hatiye Edeneyê. Kûlter destnîşan kir ku perwerdehiya xwe li bajaroka Tuzlayê didomîne û diçe pola 8emîn. Kûler got ku li welêt ji bo me tu derfetên kar nemabûn û ji ber vê malbata min koç kiriye. 11 sal in min welatê xwe neditiye. Bi pêvajoya çareseriyê em jî dixwazin vegerin.