DIYARBEKIR
Omer Akgunê nîşangêr du caran bi tena serê xwe û carekê jî bi tîma xwe ve tevahî sê caran rekora Tirkiyeyê şikand û li Tirkiyeyê bi nav û deng bû. Akgun niha jî li hêviya çareserkirina bêkarbûna xwe ye.
Akgun diyar kir ku di sala 1997an de dest bi werzişa nîşangêriyê kiriye û wiha got: "Min ji vir çend roj berê rekora Tirkiyeyê şikand. Berê jî rekorên min hebûn. Du caran bi tena serê xwe carekê jî bi tîma xwe ve bi tevahî sê rekorên min hene. 8 caran çûme derveyî welêt. Li Mêrsînê beşdarî Lîstikên Behrareş bûm. Ji werzişvanên Diyarbekirê bi tenê ez beşdarî vir bûm. Bi antrenorê xwe re beşdarî Lîstikên Behrareş bûm. 7 caran beşdarî Kupaya Dinyayê û Şampiyonayên Ewropayê bûm."