TRABZON
Di Lîga Ewropayê ya UEFAyê de, di koma Jyê de Lazîo û Trabzonspor îşev di saet 22.05an de tên hemberî hev.
Trabzonspor heta niha li Ewropayê 108 pêşbir leyîst, di 42 pêşbirkan de têk bir, 38 pêşbirkan de têk çû û 28 pêşbirkan de jî beramber ma. Tîma behrareş di arenaya Ewropayê 148 gol avêt û 148 gol jî xwar.
Trabzonsporê ewilîn di demsala 1976-1977yê de dest bi pêşbirkên Ewropayê kir. Di Lîga Kupaya Qlûbên Şampiyon yên Ewropayê de derkete 28 pêşbirkan, ji demsala 2009-2010 vir de jî di lîga Ewropayê ya UEFAyê de derkete 60 pêşbirkî, di Kupaya Serkeftiyên Kupayan ya Ewropayê de derkete 12 pêşbirkan û di Kupaya Întertotoya UEFAyê de jî derkete 8 pêşbirkan.
Trabzonspor piştî 19 salan bi Lazîoyê re dê bê hemberê hev. Di demsala 1994-1995an de Trabzonspor di pêşbirka Lazîoyê de têk çûbû.