Abdullah Tel
17 Hezîran 2020•Rojanekirin: 20 Hezîran 2020
Di kampusa Zanîngeha Tuncelî Munzurê da bi hewla walîtiyê û piştgiriya Wezareta Spor û Ciwaniyê va seheya golfê ya hat çêkirin, vebû.
Walîtiyê daxuyanî weşand û ragihand ku li qada kampusa Zanîngeha Munzurê ser axa 20 donimî seha golfê hat avakirin û tê xwestin ku bila li Tunceliyê di qada vê sporê da pêşketin çêbibe.
Di daxuyaniyê da fikr û ramanên Walî Tuncay Sonel jî hatin dayîn û wî bi bîr xist ku heta çend sal berê Tuncelî ji ber bûyerên terorê di rojevê da cih digirt.
Hat gotin ku bi serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan va ji bo wan piştevanî tê dayîn û bajarê Tunceliyê ku bi saya operasyonên ewlehiyê yên li dijî terorê bi serfirazî dimeşin va her diçe aram dibe û ewlehî lê zêde dibe.
Di axaftinê da Sonel got: "Li Tunceliyê êdî ji raftîngê bigir heta pereşûta berpalê, ji gondolan bigir heta lotkeyên gerê û sporên avê yên wek jeta avê û zeplînê jî êdî hene. Mamosteyên herî baş ên golfê yên welatê me ji Tunceliyê ne."
Walî Sonel ji ber piştgirî û piştevaniyên bo Tunceliyê tên dayîn ji kes û meqamên fermî ra spas kir.