Di Lîga UEFA Ewropayê de nûnerê Tirkiyê Trabzonspor di koma Jyê de bi nûnerê Komara Rûman a Qibrisa Bakûr Apollon Lîmassolê re hat hemberî hev.
Di deqîqeya 17emîn de Apollon Lîmassolê penaltî qezenç kir. Bi saya vê penaltiyê Apollon Lîmassol 1 û 0 bi pêş ket. Di deqîqeya 19emîn de yanî du deqîqeyan piştî vê golê Trabzonsporê jî bi gola Maloûda ve skor kir 1 û 1.
Nîva ewil a pêşbirkê bi vê beramberiyê bi dawî bû.
Di nîva duyemîn de her du tîm jî ji bo ku ji hev bibin gelek hewl dan. Trabzonsporê di deqîqeya 87an de gola xwe ya duyemîn avêt û 2 û 1 bi pêş ket. Piştî vê golê tu gol nehatin avêtin û pêşbirk bi serfiraziya Trabzobsporê ve bi dawî bû.
Trabzonspor di 3ê Cotmehê de, ji bo pêşbirka xwe ya duyemîn a komê li qada xwe dê Lazîoyê biezimîne.