Bozhan Memiş
19 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2026
Di milmilaneya 3yemtiyê ya Kûpaya Cihanî FIFA 2026an da Îngiltereyê Fransa 6-4 têk bir û organîzasyon di rêza 3yem da temam kir.
Îngiltereyê bi lez û bez dest bi maça li Stada Miamiyê kir û di nîvê yekem ê milmilaneyê da 4 gol avêtin û 4-0 ket pêşiyê.
Di nîvê duyem da jî Fransayê xwe şidand 4 gol avêtin lêbelê hewldana wê têrê nekir ku bi ser bikeve. Di dewreya duyem da Îngiltereyê 2 golên din jî avêtin û 6-4 bi ser ket.
Golên Îngiltereyê di deqîqeya 3yem da Rice, di deqîqeya 18em da Konsa, di deqîqeyên 37em, 45+1em û 87em da Saka û di deqîqeya 90+8em da jî Bellingham avêtin.
Golên Fransayê jî di deqîqeya 48em û 66em da Mbappe, di deqîqeya 54em da Barcola û di deqîqeya 90+6an da jî Dembele avêtin.
- Îngiltere cara ewil bû 3yemê dinyayê
Îngiltereya ku li hemberî Fransayê bi ser ket, di dîroka xwe da cara ewil bû 3yemê dinyayê. Îngiltere heta niha du caran di 1990 û 2018an da milmilaneya sêyemtiyê lîstibû lêbelê li hemberî reqîbê xwe têk çûbû.
- Yarîzanê herî zehf gol avêtin Mbappe ye
Kylian Mbappeyê yarîzanê Fransî li hemberî Îngiltereyê 2 gol avêtin û hejmara golên xwe derxist 10an û bi vî awayî di milmilaneya qraltiya golan da derket lutkeyê ku berî niha hejmara golên wî û yên yarîzanê Arjantînî Messi bi 8 golan va wekhev bû.
Mbappe her wisa di dîroka Kûpaya Cihanî da jî bi 22 golan va bû ew yarîzan ku herî zehf gol avêtin.