Heyama nû ya 2013-2014an a Lîga Şampiyonan îşev bi pêşbirkên komî yên ku dê bên lîstin ve dest pê dike.
Di Lîga Şampiyonan a UEFAyê de 8 kom hene. Di her komekê de 4 tîm cih digrin, di hemû koman de bi tevahî 32 tîm bi cih dibin. Ji van tîman yên ku di koma xwe de di rêza yekemîn û duyemîn de cih bigrin di nav 16 tîmên ku ji bo fînala çaryek têdikoşîn de cih digrin. Tîmên ku di koma xwe de di rêza 3emîn de cih bigrin ew jî beşdarî Lîga Ewropayê ya UEFAyê dibin û tîmên dawîn jî tên seridandin.
Di "Lîga Tîmên Jêhatî" de îro û sibê di 8 komî de dê 16 pêşbirk bên lîstin.
Bernameya pêşbirkên ewil yên ku li gor saeta Tirkiyê di 21.45an de dest pê bikin wiha ye.
Îro:
Koma Ayê: Manchester Ûnîted-Bayer Leverkûsen, Real Socîedad-Shakhtar Donetsk
Koma Byê: Galatasaray-Real Madrîd, Kopenhag-Jûventûs
Koma Cyê: Benfîca-Anderlecht, Olympîakos-Parîs Saînt Germaîn
Koma Dyê: Bayern Munîh-CSKA Moskova, Vîktorîa Plezen-Manchester Cîty
Sibê:
Koma Eyê: Schalke 04-Steaua Bukreş, Chelsea-Basel
Koma Fyê: Olympîque Marsîlya-Arsenal, Napolî-Borussîa Dortmund
Koma Gyê: Aûstrîa Wîen-Porto, Atletîco Madrîd-Zenît
Koma Hyê: Mîlan-Celtîc, Barcelona-Ajax