KAYSERİ
Serokê Makezanista Hekîmiya Diranên Zarokan ê Zanîngeha Erciyesê Yrd. Doç. Dr. Salîh Dogan da zanîn ku xurekên bişekir ên ku di cejnê de tên xwarin, bi taybetî li ser tendurustiya dev û diranên zarokan bandoreke neyînî çêdikin.
Dogan ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku tiştekî xwezayî ye bala zarokan li ser tiştê şêrîn e. Ji ber vê yekê ye ku malbat zarokên xwe bi tiştên şêrîn ên wek şekir, çîkolata hwd. şad dikin.
Dogan daxuyand ku tiştên bişekir dibin sedema kurmîbûna diranên zarokan û got: ''Xurekên bişekir bi hêsanî di dev de tên metabolîzma kirin. Bi vî awayî hejmara mîkroban di devan de demeke kurt de zêde dibe. Mîkrop di dev de asîdê çêdikin û ev asît jî li ser diranan bandoreke neyînî çêdike.''
Mirov bi hêsanî bi nexweşîna diranan dikevin, lê tûk dev û diranan diparêze.
Tûk li ber mîkroban dibe wek tampon û diranan dişo. Dogan da zanîn ku li gor cureyên xurekan di dev de tûk çêdibe û diranan diparêze.
Li ser hev şekirxwarin diranan kurmî dike
Dogan daxuyand ku pir xwarin na lê li ser hev xwarina şekir diranan kurmî dike. Dogan wiha pê de çû: ''Li Tirkiyê di cejnan de îkrama şekir, çîkolata û şêrînayî wek adetek dewam dike û piştî xwarina wan jî derfeta paqijkirina dev û diranan jî tuneye. Di nav rojekê de diçin serdana 6-7 malan. Ev yek li dev û diranan bandoreke neyînî çêdike, bi taybetî jî zirar digihêje zarokan. A rast xwarina bi vî awayî ji bo mîkroorganîzmayan cejn e.''