16 Gulan 2016•Rojanekirin: 17 Gulan 2016
HAKKARÎ
Li Yuksekovaya navçeya Hekkariyê mensûbên PKKya rêxistina terorê di operasyonan da 11 dibistan qaşo wek "baregeh" û "îmalatxaneya teqemeniyê" bi kar anîn û xerab kirin. Biryara înşakirina dibistanan hat dayîn.
- Rapora "xesara giran"
Rayedarên Midûriya Bajêr a Hawirdor û Bajarvaniyê di kordînasyona Midûriya Perwerdeya Millî ya Bajêr da li dibistanên navçeyê lêkolîn kirin.
Rayedaran tesbît kir ku Ataturk Anadolu Lîsesî, dibistanên seretayî û navîn ên Gazî, Cumhuriyet, Gungor, Suleyman Ugur Sitki, Valî Erdogan Gurbuz û Kurukoy hatine xerabkirin û êdî nayên bikaranîn.
Di lêkolînê da ji bo 3 pêşdibistanan jî rapora "xesara giran" hat amadekirin.
Rayedaran li Muharrem Malazgîrt Meslekî û Teknîk Anadolu Lisesiyê jî lêkolîn kir. Ev lîse li taxa Ormanê ye ji aliyê Îdareya Mîllî Pîyangoyê va bi 22 milyon lîreyî hatiye çêkirin.
Hat tesbîtkirin ku terorîstên di operasyonê da dibistan qaşo wek "baregeh" û "îmalatxaneya teqemeniyan" bi kar aniye. Rayedar li qada lîseyê geriyan û tesbît kirin ku gelek alav û amûrên lîseyê nayên bikaranîn.
Piştî raporê biryar hat dayîn ku ev dibistan werin "hilweşandin".
Hat gotin ku ji bo çêkirina dibistanan 50 milyon hewce dike. Di van dibistanan da 7 hezar û 500 xwendekar dixwînin ev dibistan wê paşerojê da werin hilşandin û cardin dest bi çêkirina wan were kirin.