Ajansa Lêkolînên Pençeşêrê ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (IARC) jimarên pençeşêrê yên sala dawîn (2012) ragihand û cureyên pençeşerê yên ku gelek welatan ixbarî sîstema agahiyên pençeşêrê kiribû, hatin diyarkirin.
IARCyê da zanîn ku li gor jimarên dawîn di salekê de 14,1 milyon kes bi nexweşiya pençeşêrê ketin û 8,2 milyon kes jî ji ber pençeşêrê mirin. Li cîhanê ji 184 welat pençeşêrê ixbarî sîstema agahiyên pençeşêrê ya GLOBOCANê dikin, agahiyên der barê 28 cûreyên pençeşêrê yên ku hatibûn ixbarkirin de, ragihandin. Li gor vê di nav pençeşêran de, di nav mêran de di rêza ewilîn de pençeşêra pişikê, di jinan de jî pençeşêra memikan cî digire. Pençeşêra pişikan bi 1,8 milyonê di nav hemû cûreyên pençeşêran de ji sedî 13, pençeşêra memikan jî bi 1,7 milyonê ji sedî 12 cî digire.
Hîndekarê Enstîtuya Tenduristiya Gel ya Zanîngeha Hacettepeyê Prof. Dr. Nazmî Bîlîr diyar kir ku li hemû cîhanê pençeşêr her ku diçe zêde dibe. Bîlîr got ku bi jimarên dawîn yên ku hatin eşkerekirin derket holê ku divê demildest tevdîrên parastinê bên girtin û giraniya xwe bidin li ser teşhîsa zû.