Rihê Recep Sertê ku neqla rûyê wî li Nexweşxaneya Zanîngeha Akdenizê hatibû kirin, hat kurkirin. Pişt re Seroka Makezanista Cerahiya Rekonstruktîf û Plastîk ya Fakûlteya Tibê ya Zanîngeha Akdenîzê Doç. Dr. Ozlenen Ozkan ji bo ku bikaribe li rûyê xwe binêre neynik da Recep Sert.
Sert bi baldarî li rûyê xwe yê nû nêrî û car carna jî destê xwe da rûyê xwe û bi destê xwe îşaret kir ku "pir xweş e". Sert li ser kaxiza ku dabûnê jî "Tenê kelecanî heye. Zehf xweşik çêbûye. Min ev qas hêvî nedikir." nivîsand.
Doç. Dr. Ozlenen Ozkan, gote Sert ku piştî demekê dê rûyê xwe bêtir hîs bike û dê werma rûyê wî jî dayne. Ozkan got ku dê rûyê te bilive, dê pir xweşik be înşaellah.
Sert pişt re destê xwe ji kamerayê re hejand.
Rû û erçena ku di 17ê tîrmehê de li Muglayê ji tûrîstê Polonyayî Andrzej Kuzca (43) hatibû sitandin, di 18ê tîrmehê de neqlê Recep Sertê 27 salî kiribûn. Bi vê emeliyatê li Tirkiyeyê yekem car erçena jor û jêr û 5emîn neqla rû hatibû kirin.