SAMSUN
Hîndekara Beşa Psîkiyatriyê ya Fakûlta Tibê ya Zanîngeha Ondokuz Mayisê Prof. Dr. Hatîce Ozyildiz Gûz wiha got: "Bi testekê heke mirov bibêje min ya depresyonê heye, pirsgirêka panîkê, fobiya civakî bi min re heye, mûmkin e ku ev bibe sedema xeletiyekê. Ancax psîkiyatrîstek dikare van teşhîsan bike."
Prof. Dr. Gûz daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku xebatên li ser anketên ji bo derûniyê tên kirin gelek girîng in û wiha got:
"Ji bo ku testek bê kirin divê mirov bizanibe ku ka ev test li gor civaka me ye an na. Divê mirov encam û metodan baş bizanibe. Wek mînak heke mirovek îro xwe bêkêf, xemgîn hîs bike, ji jiyanê hez neke dibe ku di encama anketê de tiştekî wisa derkeve ku ew bibêje "nexweşiya min ya deprosyonê heye." Lê ji bo ku mirov yekî re bibêje nexweşiya te ya depresyonêyê heye, divê herî kêm 15 rojan bê şopandin, elametên vê û bê ka çiqas bi şidet e were zanîn. Bi tenê testekê mirov nikare tiştekî bibêje. Bi testekê ve heke mirov bibêje nexweşiya min ya depresyonê heye, pirsgirêka panîkê, fobiya civakî bi min re heye, mûmkin e ku ev bibe sedema xeletiyê. Ancax psîkiyatrîstek dikare van teşhîsan bike."