Türkan Tosun
21 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2020
Zanyaran di hundirê serê merivan da ezayeke nû ya ku berê nehatibû pênasekirin dîtin.
Di kovara Radyoterapî û Onkolojiyê da maqaleyek hat weşandin û hat gotin zanyaran bi makîneyekê va li ser tevînekên bedena merivan lêkolîn kir.
Hat gotin li cihê ku valahiya poz û gewrî bi hev va tên girêdan cotek torbeyên tûkê hatin tespîtkirin.
Ji ekîba lêkolînê Doxtorê Enstîtûya Pençeşêrê ya Hollandayê Matthijs Valstar wiha got: ''Di pirtûkeke anatomiyê ya modern da nêzîkî guh, di binê çeneyê da û di binê ziman da 3 torbeyên tûkê hene. Lê niha em dizanin ku ya 4emîn jî heye."
Valstar got di tedawiya radyasyonê da dema cihê tûk lê çêdibe zirar bibîne ev ezaya nû hat dîtin wê bikaribe wek ezayê cîgir wezîfeya xwe bike.