01 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2015
ÎSTANBUL
Nivîskarê Rojnameya Hurriyetê Ahmet Hakanê ku li ber derê mala xwe ya li navçeya Şîşliyê rastî erîşê hat, piştî tedawiyê ji nexweşxaneya Amerîkayê derket.
Rêvebirê Weşana Giştî ya rojnameya Hurriyetê Sedat Ergîn li ber nexweşxaneyê daxuyanî da û spasiyên xwe li heval, muxabir û kameremanên ku ji bo Ahmet Hakan li ber nexweşxaneyê civiyan kir.
Her wiha ji gumanbaran 3 kes hatin girtin. Rayedarên Ewlehiyê der barê êrîşkaran de tu daxuyanî nedan. Lêpirsîna der barê bûyerê de dewam dike.