14 Adar 2016•Rojanekirin: 17 Adar 2016
ANKARA
Wezareta Tenduristiyê daxuyand kesên ku di êrîşa terorê ya li Enqereyê da birîndar bûn jê 13 kes di unîteya nexweşên giran da bi tevahî 60 kes li nexweşxaneyên cuda cuda tên dermankirin.
Di agahdarkirina der barê mirî û birîndarên êrîşa terorê da ya ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê va hat belavkirin da hat destnîşankirin ku îro ji saet 12.00an pê va kesên ku piştî teqînê li nexweşxaneyan mirin, 7 kes in.
Hat diyarkirin ji birîndarên ku serî li nexweşxaneyan dan jê 42 kes li servîsê, 5 kes li acilê di bin muşahadeyê da ne, 13 kes jî di unîteya nexweşên giran da ne û bi tevahî 60 birîndar li nexweşxaneyên cuda cuda tên tedawîkirin.