ANKARA
Ji bo misilmanan di nav mehên qemerî de meha Receb, Şeban û Remezan gelekî girîng in. Lewra hatina van mehan ji bo evdên Xwedê mehên fersenda ef û mexfîretê ne.
Qendîla Regaîbê ya ku mizgîniya van mehan e jî îşev e. Li çar aliyê welêt di mizgeftan de ji bo pîrozkirina qendîlê dê bername bên lidarxistin.
Serokatiya Karên Diyanetê jî bernameya şeva Qendîla Reqaîbê li Mizgefta Mezin a Gazîantebê dê pîroz bike.
Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormez jî dê başdarî bernameyê bibe.