Kemal Karadağ
24 Tebax 2022•Rojanekirin: 24 Tebax 2022
Li peravê Kaş a navçeya Antalyayê bi lerza 4,4an erdhej çêbû.
Di daxuyaniya ji ser malpera înternetê ya Serokatiya Rewşa Acil û Afatê (AFAD) hat weşandin da hat ragihandin ku di saet 08.30yî da erdhejeke bi lerza 4,4 çêbû.
Hat tesbîtkirin ku erdej 25,14 kîlometro di kûrahiyê da qewimiye.
Qeymeqamê Dermeyê û Wekîlê Qeymeqamê Kaşê Onur Şatiroglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku erdheja serê sibehê çêbû li hin herêman hat hîskirin.
Şatiroglu destnîşan kir heya niha ji ber erdhejê kesî têlefonê Navenda Bangewaziya 112an nekiriye û wisa xuya dike ku rewşeke neyînî tuneye.