07 Mijdar 2019•Rojanekirin: 08 Mijdar 2019
Serokê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) Fernando Arîas der barê îdiayên ku li Sûriyeyê bombeya fosfora spî hatiye bikaranîn da got ku fosfora spî çek nîne û li Sûriyeyê wek çeka kîmyewî nehatiye bikaranîn.
Arîas li Navenda Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) daxuyanî da rojnamegeran û ji bo îdiayên ku li bakurê rojhilatê Sûriyeyê çekên kîmyewî hatiye bikaranîn, bersiv da.
Di daxuyaniya xwe da Arîas got: "Fosfora spî çeka kîmyewî nîne û ji ber taybetmendiya xwe ya kîmyewî jî wek çeka kîmyewî nikare bê bikaranîn."
- "Ji bo du derxistin û ronîkirinê tê bikaranîn"
Der barê îdiaya ku li bakuê rojhilatê Sûriyeyê bombeya fosfora spî hatiye bikaranîn da Arîas got: "Fosfora spî ji bo du derxistin û ronîkirinê tê bikaranîn. Fosfora spî li Sûriyeyê wek çeka kîmyewî nehat bikaranîn."
Tirkiyeyê piştî ku Herekata Kaniya Aştiyê bir ser bakurê rojhilatê Sûriyeyê ji ser hin hesabên medyaya civakî yên nêzî YPG/PKKya rêxistina terorê ne hatibû îdiakirin ku Artêşa Tirkiyeyê li herêmê bombeya fosfora spî bikar aniye û cebilxaneyên li dijî hiqûqa şer a navneteweyî ye bikara niye.
Li ser van îdiayan Wezareta Parastina Neteweyî daxuyanî dabû û ragihandibû ku tiştek wisa tuneye û Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar jî diyar kiribû ku li gor agahiyên dighîjin wan rêxistina terorê çeka kîmyewî bikar aniye û dixwaze vê jî bike stûyê Artêşa Tirkiyeyê û wih pê da çûbû: "Di nav envanter/cebilxaneya Artêşa Tirkiyeyê da çeka kîmyewî tuneye."