20 Adar 2016•Rojanekirin: 21 Adar 2016
ANKARA
Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala got, "Li tevahiya welat 120 hezar jê polês, 80 hezar jê cendirme bi tevahî 200 hezar hêzên ewlekariyê seba cîbicîkirina asayîşê û pêkanîna hizûr û ewlekariyê di newrozê da hatine peywirdarkirin."
Ala di civîna çapemeniyê da ya ku li serokwezîrtiyê li dar xist, sersaxî da malbatên kuştiyên êrîşa Stenbolê û ji birîndaran ra şifa xwest.
Ala got, "Li 18 bajêr û navçeyan ji bo pîrozkirina Newrozê destûr hatiye dayîn. Li gor nirxandina walîtî û qaymeqamtiya li hin bajêr û navçeyan îsal pîroznekirina Newrozê ji bo ewlehiya welatiyên me dibe ku bi xêrtir be."
Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala der barê êrîşa terorê ya li Stenbolê de got, "Heta niha 5 kes hatine binçavkirin. Mijar bi hemû hûrgiliyan ve û bi baldarî tê şopandin."
Ala anî ziman ku nasnameya êrîşkarê wê êrîşa rûreş a xwekujiyê hatiye tesbîtkirin û got, "Ev kes, ev terorîst, Mehmet Ozturk e ku di sala 1992an da ji dayikbûye û di nufûsa Gazîentabê da qeydkirî ye. Belgeyên heyî yên destên me da destnîşan dikin ku ev terorîst bi DAEŞa rêxistina terorê ra têkildar e."
Ala di dawiya axaftina xwe da wiha axivî, "Têkoşîna dijî terorê dê bibiryar û bîlateredûd dewam bike."