Türkan Tosun
17 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 18 Tîrmeh 2018
GAZÎANTEP
Muzeya Mozaîkê ya Zeugmayê ya ku li cîhanê di qada xwe da ya herî mezin e, di heyama ewil a vê salê da li gor heman heyama par ji jêla 123 hezar û 170 kesan ve hat ziyaretkirin. Hejmara ziyaretvanan li gor par ji sedî 70 zêde bû.
Muzeya Mozaîkê ya Zeugmayê 7 sal berê li ser qadeke 30 hezar mêtroqereyî hat avakirin. Di muzeyê da mozaîkên "Keçika Qereçî", "Peykerê Marsê", kaniyên ji dema Romayê û mozaîkên vîllayan yên devê Çemê Feratê tên nîşandan.
Muzeya ku Xelata Mezin a Çand û Hunerê ya Serokomariyê hildaye ji hêla gelek turîstên herêmî û biyanî va tê ziyaretkirin.
Hejmara turîstên ku di nav 6 mehên îsal de muze ziyaret kirin li gor 6 mehên 4 salên berê zêdetir bû. Di 6 mehên ewil ên sala 2015yan de 118 hezar û 369 kesî, di 6 mehên ewil ên sala 2017an de 72 milyon û 626 kesî muze ziyaret kir. Lê di nav van 6 mehên ewil ên 2018an de 123 hezar û 170 kesî muze ziyaret kir.
Midûrê Çand û Turîzmê ya Bajêr ya Gazîentabê Mehmet Bulent Ozturk ji nûçegihanê AAyê ra behsa muzeyê û ziyaretvanan kir û got armanca wan ew e ku heta dawiya salê hejmara turîstan zêdetir bibe.
Ozturk got armanca wan ew e ku ew bigîhîjin 1,5 milyon turîstî û wiha dewam kir: "Havînê zêdetir welatiyên Tirk ên li dervayî welêt dijîn tên. Di nav wan de herî zêde ji Almanyayê tên. Paşê Qibris, Hollanda û Iraq heye."
- Keçika Qereçî
Di sala 1998an de li Bajarê Qedîm ê Zeugmayê mozaîkek hat dîtin. Li ser mozaîkê keçikeke ku guliyên wê vegirtî, hestiyên hinarikê yên rûyê wê mezin in tê dîtin. Ew wek "Keçika Qereçî" hat binavkirin û di nav mozaîkan de gelekî balê dikşîne.
Ev mozaîk ji bo muzeyê û bajêr bû sembolek. Mirov ji kîjan aliyê lê dinêre bila binêre, wek ku keçik bi çavên xwe mirovan dişopîne xuya dike.
Ev mozaîk di odeyeke nîvtarî da tê nîşandan. Ji ber ku ronahiya odeyê taybet e zêdetir bala mirov dikşîne.