23 Sibat 2016•Rojanekirin: 24 Sibat 2016
ANKARA
Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Binali Yildirim: "Mixabin çi Rûsya çi DYA, li herêmê, di hinek mijaran da, ketine nav peymaneke nuxumandî. Madem we yê li hev bikira, çima heta nuha hûn li hember mirina 450 hezar mirov û zarokê bêguneh bêdeng man? Mirovahî vê dipirse, cîhan vê pirsê dike. Di ser da bi milyonan kes ji bo ku sax bimînin, cih û warê xwe, welatên xwe berdan. Di vê mijarê da nimûneya herî qenc Tirkiye ye. Tirkiyeyê 3 milyon penaber himbêz kir."
"Sîstema rêvebirinê û sîstema welêt tiştên cuda ne. Komara Tirkiyeyê ji avabûna xwe heta niha komereke unîter e. Şiklê rêvebirinê demokrasî ye û sîstema eyaletê tune. Em dibêjin ku rejima Tirkiyeyê komar e, şiklê rêvebirinê demokrasî ye. Ji bo vê jî serokatî dikare bibe, sîstema parlementeriyê dikare bibe."
"Yekane adresa îstiqrarê serokatî ye. Ji ber hindê em dixwazin serokatî were axaftin. Bira bi qebûlên pêşin neyê axaftin. Welatî bira kêmasî û zêdayiya pergala serokatiyê hîn bibe. 'Welatê perçe bibe', tiştekî wisa tuneye."
(Der barê balafirgeha 3emîn a li Stenbolê wê bê çêkirin de) Dema hemû etap temam bibin wê 10 milyar û 247 milyon ewro bê xerckirin. Di sibata 2018an de beşa ewil a ku 90 milyon kapasîteya wê heye wê bê vekirin. Bi vî awayî zehmetiyên ku di Balafirgeha Ataturkê de dihatin kişandin wê bi temamî ji holê rabin. Dema balafirgeha nû vebe, êdî di Balafirgeha Ataturkê de teyarên normal ên ku rêwiyan dibin û tînin wê nexebitin."
"(Pira Sêyemîn) Pire, kêm zêde li ber qedandinê ye. Ez zen dikim 150 mêtro ma bigihêje hevdu. Di nava 5-10 rojên pêşiya me da pirê bi tableya xwe, bi halatên xwe yên asqiyê va xwe bide nîşanê. Bi temamî kutabûna pirê, di meha gulanê da ye. Lêbelê em dixwazin ku rêyên talî û veqetînên xaçerêyan em hemûyan tev xelas bikin û bi hev ra vekin. Ango pira sêyemîn û rêyên wê yên talî dê di meha tebaxa îsal da bi temamî amade bin."
"(Projeya Kanal Îstanbulê) Me heta niha ji bo Kanal Îstanbulê bi awayekî fermî guzergahek kifş nekiriye. Her kes felan vedike, ji bo îstîhareyê radizê, ji bo ku 'ji kanalê ra derbas bibe' dikire û difroşe. Em dixwazin pêşî li ber van spekulasyona bigrin, derdê me ew e."