ANKARA
Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglu bû mêvanê Maseya Edîtoran a AAyê û bersiva pirsên Alîkarê Midûrê Giştî yê AAyê Omer Ekşî û edîtoran, midûrên herêmê û nûçegihanên AAyê yên li çar aliyê cîhanê neda.
Muezzînoglu diyar kir ku li welatên Ewropayê rêjeya kesên ku emrê wan di navbera 15 û 24an de ye herî kêm carekê be jî madeyên hişbirê bi kar anîne ji sedî 30 ye û ev rêje li Tirkiyeyê ji sedî 2,7 e û wiha pê de çû: "Em vê yekê wek avantaj dihesibînin û lazim e ku pêşve bibin. Di nav ciwanên me de ji sedî 2 û 3yan bi kar anîbe jî ji bo teyaqûza me girîng e."
Wezîr Muezzînoglu qala xetereyên hişbirê kir û wiha dewam kir: "Di qada hişbirê de welatê me ne di nav talûkê de ye, di nav 5 salan de heke em li dijî hişbirê tênekoşin li welatê me ew xetere dê zêde bibe. Em hemû berhemên ku taybetiya hişbirê bi wan re hene jî qedexe dikin. Ew êdî di çarçoveya qedexeyên kîmyewî de cih digirin û ji ber vê jî tu kes nikare bibêje ku min nizanibû û xwe bi vî awayî ji ceza xelas bike."
Qexedexa cixareyê
Muezzînoglu destnîşan kir ku di têkoşîna li dijî hişbirê de dê ji bo kesên ku tedawiyê bibînin şêwirmendiya beleş dê bê dayîn û ji bo qedexekirina cixareyê jî wiha got: "Li parkên zarokan dê cixare neyê kişandin. Li parkên din jî ji bo kişandina cixareyê wê cihên taybet hebin. Li baxçeyên nexweşxaneyan, mizgeftan, li ber derên têketin û derketinê yên nexweşxane û navendên danûstandinê wê hin xêz bên kişandin. Ji bo cixarekişandinê jî li derveyê wan xêzan dê cih hebin.
Li wan cihên ku di restoran û cafeyan de ji bo cixarekişandinê hatibûn amadekirin jî dê bên rakirin. Niha ji bo rêjeya wan me hêj biryar nedaye. Di cihên wisa de ji bo cixarekişandinê jî ji sedî 25 cih dê bê cihêkirin. Em niha wiha difikirin. Li gor armanca me ji serê salê yan heta dawiya 2014an em ê dest pê bikin."
Ji bo xebatkarên tenduristiyê mafê betilînê
Wezîrê Tenduristiyê Muezînoglu ji bo xebatkarên tenduristiyê û mafên betilînê got: "Ez wisa bawer dikin ku heke di rojeva meclisê ya deresayî de pirsgirêkek dernekeve muxalefet jî li vê yekê îtiraz nake. Meclis çawa vebibe em ê bi Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî re bixebitin û verastkirinê bînin rojeva meclisê. Em ji bo 5 salan salekê difikirin."