Haydar Şahin
12 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 13 Rêbendan 2018
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim li ser êrişên Îdlibê got: "Li Îdlibê zêdebûna êrişan ew ê bibe sedema pêla koçê ya teze û pêkhatina mexdûriyetên teze."
Yildirim piştî nimêja înê daxuyaniya çapemeniyê da û li ser rojevê nirxandin kirin.
Biryara ji bo Alpay û Altan ya Mehkemeya Qanûna Bingehîn Yildirim wiha nirxand:
"Em biryara Mehkemeya Qanûna Bingehîn biecebînin an neecibînin, lêkolîn û nirxandina wê tiştekî din e. Lê mehkemeya asta yekemîn dosyayê baş dizane. Em jî hundirê dosyayê de ka çi heye çi nîne nizanin, Mehkemeya Qanûnan Bingehîn jî nizane. Ji ber vê, ya ku biryara rast bide mehkemeya asta yekemîn e."