Ekip
12 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 13 Rêbendan 2018
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li ser rêxistina terorî FETOyê got: "FETOyê bi nerindiya ku anî serê zarokên vî gelî va pêşeroja me xesp kir. Pêşeroja me dizî û ev umeta parçe kir."
Erdogan li bernameya 135emîn Salvegera Damezrandina Zanîngeha Marmarayê axivî û der barê rojevê de nirxandin kirin.
Serokomar Erdogan, li ser di doxtorayê rasterast derbasbûna doçentiyê mizgînî da:
"Min telîmat da Serokê YOKê. Şert û mercên doçentiyê jî wê li gor vê ji nû va bên verastkirin û înşeallah heta hefteya pêş me wê bişînin parlementoyê û bi vî şeklî emê vê mijarê jî çareser bikin."
Li ser rêxistina terorî FETOyê jî got: "FETOyê bi nerindiya ku anî serê zarokên vî gelî va pêşeroja me xesp kir. Pêşeroja me dizî û ev umeta parçe kir."