ŞANLIURFA
Nûnerê Bajêr yê Cemiyeta Yeşîlayê ya Tirkiyeyê Çelîk got ku li Şanliurfayê ji 10 hezarî zêdetir kes tiryakê bi kar tîne.
Çelîk daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku li gor têkoşîna hember madeyên hişbir demek berê wan bi lijneyên civakî yên sivîl û hin saziyên kamuyê re civîneke îstişareyê li dar xistine. Çelîk got ku li gor encamên ji civînan derketine ji ber bikaranîna madeyên tiryakê pirsgirêkên mezin hene û axaftina xwe wiha domand.
"Gelek malbat di nav tengasiyê de ne û nizanin ku dê çi bikin. Malbatên ku çareseriyê dixwazin bi gazind in ku ka çima Navenda Tedawiyê ya Madeyên Hişbir û Alkolê (AMATEM) tuneye. Niha tê plankirin ku li bajarê me AMATEMeke ji bo tedawiyê ya bi 30 cih û nivînan bê avakirin. Bi ya min ji bo 10 hezarî zêdetir kesên ku madeyên tiryakê bi kar tînin ev navend biçûk e. Hewcedariya dê û bavan jî bi tedawiya derûnî heye. Lewra ew nizanin ka dê çawa tevbigerin. Hinek hew zanin ku ew bizewicin dê tedawî bibin lê ev fikreke pir xelet e. Kesê ku dizewice an zor dide ku hevjîna wî jî bibe keseka ku tiryakê bi kar tîne û an jî wê ji malê diqewirîne. Li gor lêkolîna me ya herî dawîn, îstatîstîk û agahiyên ewlekariyê li bajêr ji 10 hezarî zêdetir kesên ku tiryakê bi kar tînin hene. Divê em bi lez wan ji vê xilas bikin."
Çelîk diyar kir ku wan agahî daye berpirsyaran û rapora ku amade dike jî dê bide Walî Celalettîn Gûvenç.