ERZIROM
Di 11emîn Fêstîvala Fîlman a Berfê ya Navneteweyî ya ku ji aliyê Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Ataturkê ve hat lidarxistin de 200 fîlm ketin hevrikê û di çarçoveya fêstîvalê de di pênc beşan de xelat dan pêşbazên ku ketin dereceyê.
Di fêstîvala ku îsal cara 11emîn hat lidarxistin de 200 fîlm ji bo ku di 5 waran de; belgefîlm, honakî, reklam, anîmasyon û ceribînî de bikevin dereceyê bi hev re ketin pêşbaziyê.
Mersîma xelatê li otêleke li Çiyayê Palandokenê hat li dar xistin û derhênerên serketî, xelatkirî û navdar, lîstikvan û nûnerên sektora sînemayê beşdarî merasîmê bûn.
Xwendekar û endamên perwerdeyê eleqeyeke mezin nîşanî fêstîvalê dan. Di çarçoveya fêstîvalê de di kategoriya fîlmên ceribînî de Alparslan Karlioglu bi berhema xwe ya "K-Etkisi/Bandora-Kyê", di kategoriya fîlmên belgefîlm de Yahya Ercan bi berhema xwe ya bi navê "Katik", di kategoriya fîlmên honakî de Omer Mîraç Tunç bi berhema xwe ya bi navê "Cennettin Çiçekleri/Kulîlkên Bihiştê" û di kategoriya fîlmên anîmasyonê de Ozan Gunen bi fîlma xwe ya bi navê "Losing Colors/Rengên Wenda" biserketin û xeleta zêrê komarê hilgirtin.