Atalay diyar kir ku li Wanê di avahiyên bobelatê yên TOKÎyê de ji ber ku hêj pereyên wan nehatin dayîn, der barê tu kesî de tehliye û miemeleya qanûnî nehatiye kirin. Atalay da zanîn ku ji 9 hezar û 745 kesên ku xaniyên wan gelek zirar dîtin, tememiya Krediya Arîkariyê ya ji bo Kesên ku Xaniyên xwe çêdikin, teslîmî 6 hezar û 197 kesan kirin.
Atalay got ku di konên piştgiriya psîkososyal ya ku navenda wê Wan e û Ercîşê jî hatiye avakirin, gihan 13 hezar û 271 kesan. Atalay got ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê 31 kesan ji ber xirabûna stresa piştî travmaya der barê erdhejê de, 13 kesan der barê xirabûna stresê ya akûtê, dîsa ji ber erdhejê 388 kesan bi teşhîsa anksîyeteyê bi tevahî 432 kesan serî li polîklînîkan da.
Atalay diyar kir ku di her du erdhejên li Wanê de ji bo piştgiriya farmakolojîk û piştgiriya psîkososyal gihan 14 hezar û 554 kesan. Atalay da zanîn kesên ku li konteyneran de dimînin ji aliyê midûriya tenduristiyê ya bajêr ve bi awayekî nizamî tên qontrolkirin.