Fatih Gazioğlu
05 Adar 2019•Rojanekirin: 06 Adar 2019
Serokê Civatên Eqreba û Tirkên Derveyî Welêt (YTB) Abdullah Eren got ku ji sala 2019an vir va ji 167 welatên cuda 145 hezar û 700 kesî serî li bûrsan Tirkiyeyê dan.
Li gor daxuyaniya ku ji YTBê hat dayîn, xwandekarên derveyî welat eleqeyeke mezin nîşanî bernameya Bûrsên Tirkiyeyê dan û heta niha ji 167 dewletên cuda serîlêdan hatine kirin.
Di daxuyaniyê da Serokê YTBê Abdullah Eren ji ber eleqeya xwendekaran spasiya wan kir û wiha axivî:
"Bernameya me ya Bursên Tirkiyeyê ji xwendekarên derveyî welat eleqeyeke mezin dibîne. Di sala 2012an 42 hezar kesî serî li bernameyê dabûn. Heta niha ji 167 dewletên cuda 145 hezar û 700 kesî serî li bûrsên me dan. Ev reqem rekorek e. Em ji ber vê eleqeyê gelekî kêfxweş bûn."
Eren got ku niha 17 hezar xwendekar bûrsa navneteweyî distînin û hedefa wan ew e ku vê reqamê di sala 2023an derxin 25 hezar kesî.
- Serlêdan li ser înternetê tên kirin
Di çarçoveya bernameyê de her sal kêm zêde bûrsê didin 5 hezar xwendekarî.
Tenê biyanî dikarin ji Bûrsên Tirkiyeyê îstifade bikin û her sal di demên diyar de dikarin ji ser înternetê serî lê bidin.
Xwendekarên ku belgeyên hewce li pergalê bar kirin û ji merhaleya nirxandinê ya ewil derbas bûn li dinyayê di 100 cihan de dawetî mulakatê tên kirin.
Namzedên ku di mulakatên ji aliyê akademîsyen û pisporên YTBê ve tên kirin de bi ser dikevin dikarin bûrsê bistînin.
Namzedên ku tên Tirkiyeyê sala ewil bi bûrsa ku distînin Tirkî hîn dibin û pişt re di çarçoveya tercîhên xwe de li zanîngehan tên bicîkirin.
Hewcehiyên bicîbûn, xwarin û xerclikên xwendekaran jî di nav Bûrsên Tirkiyeyê de ne.
Prîmên sîgorteya tenduristiyê yên kesên ku bûrsê distînên seranserê maweya ku li Tirkiyeyê dimînin tê razandin.
Bîletên hatina ewil û vegera piştî mezûnbûnê jî ji aliyê YTByê ve tên sitandin.