Çalakiya malbatên ku dibêjin zarokên wan ji hêla PKKê ve hatine revandin li ber Şaredariya Diyarbekirê dewam dike. Lê, li Adiyamanê jî du dayikên ku 25 roj e haya wan ji qîzên wan tune, alîkariyê dixwazin ku qîzên wan bên dîtin.
Arzu Kahraman û Rûken Yildiz, ên ku li Lîseya Anadoluyê ya Fevzî Çakmak dixwînin di 5ê gulanê de winda bûn. Tê gotin ku PKKyê ew revandine.
Dayikên keçikan û gundiyên Payamliyê ji ber ku ev her du keçikên di xwendina xwe de jîr û jêhatî bûn hatine revandin pir li ber xwe dikevin.
Dayika Rûken Yildizê, Zeynep Yildizê ji nûçegihanên AAyê re got ku ev 25 roj e haya wê ji qîza wê tuneye û li gor wê qîza wê hatiye revandin.
Zeynep Yildizê ji Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê BDPyê Selahattîn Demirtaş alîkarî xwest û wiha got: "Ez lava dikim, bila wan paş ve bînin. Ew biçûk in, nikarin tiştekî bikin. Ew bi dilê xwe neçûye. Dersên wê baş bûn û wê dixwest ku bibe bijîşk. Kesa ku here çiyê, heta sibê ders naxebite."
Dayika Arzu Kahraman Zahîde Kahramanê jî got ku qîza wê ji bo ku fakulteya tibê qezenc bike pir dixebitî û wiha axivî:
"Ez bangî her kesî dikim, ji bo Xwedê zarokên me paş ve bînin. Yê ku vê êşê nizane, ji halê me fêm nake. Qîza min tiştekî wiha nafikire. Ji bo ku ez êşê bikşînim, nebûme dayik."