06 Gulan 2016•Rojanekirin: 07 Gulan 2016
GAZÎANTEP
Li Oguzeliya navçeya Gazîentabê 3 kesên biyanî yên endamê DAEŞa rêxistina terorê ku xwestin ji herêma leşkerî derbasî Sûriyeyê bibin bi destê hêzên ewlehiyê hatin kuştin û 11 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê wergirt, yekîneyên Fermandariya Tûgaya Bizirx a 5emîn li ser xeta sînor a li Oguzeliyê ber destê sibehê komek ferq kir û hişyarî dan komê. Komê li ser hişyariya hêzên ewlehiyê dîsa jî xwest ji herêma leşkerî derbas bibe û li ser vê hêzên ewlehiyê gule berdan koma diwest derbasî Sûriyeyê bibe.
Hat diyarkirin ji 14 kesên ku hat tesbitkirin biyanî û endamên DAEŞê ne 3 kes li ciyê bûyerê mirin û yên mayîn jî birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku kesên birîndar rakirin nexweşxaneyê.