26 Adar 2016•Rojanekirin: 27 Adar 2016
ANKARA
Sererkaniyê diyar kir ku do li Nisêbîna navçeya Mêrdînê 13, li Şirnexê 13, li Yuksekovaya navçeya Hekariyê 9, li Qirixana navçeya Hatayê 2 û li Sîlwana navçeya Diyarbekirê jî 1 bitevahî 38 terorîst hatin kuştin.
Di malpera Sererkaniyê da cî dan bûyerên girîng ên li welêt.
Li gor vê li Nisêbîna navçeya Mêrdînê 13 terorîst hatin kuştin. Di operasyona li navçeyê da hetanî nika bi tevahî 83 terorîst hatin kuştin.
Li Şirnexê 13 endamên rêxistina cihêkar hatin kuştin, 18 teqemenî hatin îmhekirin. Di operasyonên li navçeyê da hetanî nika bi tevahî 79 terorîst hatin kuştin, 212 teqemenî hatin îmhekirin. Di operasyonan da keleşkofek, 90 fîşeng, jarorek û rûpêçeke gazê hatin girtin.
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê di operasyonan da 9 terorîst hatin kuştin, di operasyonên li navçeyê da hetanî nika bi tevahî 76 terorîst hatin kuştin. Di operasyonan da 11 teqemenî hatin îmhekirin û hejmara teqemeniyên ku hatin îmhekirin xwe gihande 65an.
Wek mayîn di operasyonên li Yuksekovayê da 4 keleşkof, 50 fîşeng, yêlegekî şer, rûpêçeke berfê, rûpêçeke gazê, 75 kîlo amonyum nîtrat, 3 fîşengên hewayê, 2 fîşengên bombeavêjê hatin girtin.
Li Qirixana navçeya Hatayê di operasyonan da 2 terorîst hatin kuştin, tivingeke M16 û keleşkofek hat girtin.
Li Sîlwana navçeya Diyarbekirê di operasyonan da terorîstek hat kuştin, teqemeniyeke ku bi destan hatibû çêkirin hat îmhekirin, keleşkofek, 5 jajorên wê, 2 bombeyên destan û bêtêleke hat girtin.