TBMM
Li Lijneya Giştî der heqê wextê xebatê de nîqaş derket.
Li Lijneya Giştî hevdîtinên der heqê Pakêta Ewlehiya Navxweyî de didomin. Parlementerê HDPyê yê Şirnexê Hasîp Kaplan ji ber xebatên ku heta dereng dewam dikin bertek nîşan da. Kaplan destnîşan kir ku ligel parlementeran xebatkarên Meclisê jî di vê mjarê de tên mexdûrkirin û wiha berdewam kir: "Sektorên ku di vê saetê de vekirîne û dixebitin, servîsên bilez ên nexweşxaneyan, salonên hûr, pavyon û bar in. Em li Meclisê rêbaza xebata wek koletiyê li dijî mafê mirovan dibînin."
Cîgirserokê Koma AK Partiyê Nacî Bostanci jî diyar kir ku Lijneya Giştî di saet 15.00an de vebû û ji ber astengderxistina muxalefetê ew encax di saet 23.00yan de derbasî rojevê bûn.
- 5 madeyên din ên pêşnûmayê hatin qebûlkirin
Li Lijneya Giştî 5 madeyên din jî ên pêşnûmayê hatin qebûlkirin. Li gorî madeyên ku derbas bûn, heke personelekî cendirme kiryareke ku ne ji ber wezîfeya xwe ya leşkerî bike û di berdewamkirina wezîfeya wî de pirsgirêk hebe, wêçaxê Wezareta Karên Nevxweyî dê bikaribe wî personelî ji kar dûr bixe. Walî, xeynî fermandarê cendirmeyê bajêr dê bikaribe personelê ku di fermandariya cendirmeyê bajêr de wezîfedar e ji kar dûrbixe. Der heqê personelê ku ji kar hat dûrxistin, herî dereng di nava 10 rojan de divê lêpirsîn were vekirin.