23 Mijdar 2015•Rojanekirin: 24 Mijdar 2015
ANKARA
Operasyonên ku hêzên ewlehiyê dibin ser PKKya rêxistina terorê zirareke mezin da rêxistinê. Balafirên şer ên Tirkiyê Qendîl di serî de operasyon birin ser kampên PKKê yên li Haftanîn, Metîna, Avaşîn û Zap a ku li bakûrê Iraqê ne. Him di wan operasyonan de û him jî di operasyonên hewayî yên ku li hundirê welêt hatin lidarxistin de gelek endamên rêxistinê mirin.
Piştî operasyonan gelek baregeh, sitargeh, kozik, şikeft û cebilxaneyên PKKê hatin îmhakirin, qada wê teng bû li ser vê jî hejmara kesên ku ji rêxistinê veqetiyan jî zêde bû.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê bi dest xist ji 7ê hezîranê heta niha 618 terorîst ji rêxistinê reviyan û teslîmî hêzên ewlehiyê bûn. Li gor tespîtan piraniya wan jî ew kesên ku li kapmên bakûrê Iraqê diman piştî operasyonan hatin û teslîmî Yekîneyên Hidûdê Fermandariya Hêzên Bejayî bûn.