24 Mijdar 2015•Rojanekirin: 25 Mijdar 2015
DİYARBAKIR
Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş der heqê îdiaya êrîşa dijî wesayîta wî ya meqamê da bi sedem ku "teşebusa qesdî ya kuştinê" kirin, li Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê gilîdar bû.
Di daxwaznameya gilîdariyê ya ku parêzerê Demîrtaş pêşkêşî serdozgeriyê kir de wiha hat destnîşankirin:
"Digel polêsên parêzvan di 22yê Mijdara 2015an de dora saet 18.00an de li navçeya Kayapinara Diyarbekirê, li ser cama para ya wesayîta wî ya meqamê ya ku plaqeya wê 21 EL 114 e li aliyê qoltixê meqamê dewseke têkûz û gulover hat ferqkirin. Mecbûriyetek e ku were lêkolînkirin ka bûyera navborî teşebuseke kuştinê ye an na."
Di beşa delîlan a daxwaznameyê da jî cî dan dîmenên MOBESEyê, beyanên lêkolîna qada bûyerê, polêsê parêzvan û şahidan.