ANKARA
Hat diyarkirin ku di çarçoveya berxwedana dijî DAEŞê de, 8 balafirên eskerî yên DYA yê digel personelan hatin baregeha Încîrlîkê.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên fermî hildan, Tirkiyê piştî êrîşa DAEŞa rêxistina terorê ya ser Sirûca navçeya Şanliurfayê, ket merhaleyeke din.
Erkdaran ragihand ku Tirkiye jî dê di nav hêzên koalîsyona navneteweyî de cih bigre û berxwedana dîjî DAEŞa rêxistina terorê bidomîne. Erkdaran diyar kir ku 8 balafirên eskerî yên DYA yê digel personelan hatin baregeha Încîrlîkê.
Hat diyarkirin ku ji balafiran 6 jê ji tîpa F-16, yek tîpa C-5 û yên din jî tîpa KC-135 ne.