Rojnameya Al-Raiya Urdunê rojê 50 hezar nusxeyî difroşe û xwediyê tîraja herî bilind e û Jordan Timesa ku bi îngilizî weşanê dike bi AAyê re peymana abonetiyê îmzekirin.
Gerînendeyê Giştî yê Al-Raiyê Samîr el-Hayarî kefxweşiya xwe anî ziman da ku wê bi AAyê re bixebitin û destnîşan kir hevkariya wan a bi AAyê re dê naveroka wan bi hêztir bike.
Dîrektorê Bazarkirin û Firotinê ya AAyê Yilmaz Yaman li Urdunê bi saziyên medyayê re hin hevdîtin pêk anî û destnîşan kir ku AA li herêmê bi naverok û dewlemendiya xwe ve alternatîfek e û vê dawiyê li herêmê hejmara aboneyên xwe zêde kir.
Li Urdunê 5 rojnameyên erebî yên rojane derdiçin.