VAN
Li navenda bajarê Wanê afîşên lûlikên ku xwîn jê dirije û li serê "tewbîrên xwe hildin" nivîsî, bûn sedema nîqaşê.
Li ser bîlbordên ku li deverên cuda yên bajêr hene û kontrola wan jî di destê rêveberiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de ne afîşên lûlikên xwîn jê diherike teswîr kiriye hatin daliqandin û li serê jî bi kurdî û tirkî "tewbîrên xwe hildin", "rojeke dê qede", "heke hûn xwedî lê dernekevin dûr nîne", "em bê bêhn nemînin", "haja te pê heye" nivîsîbûn beriya hilbijartina giştî ya 7ê hezîranê bû sedema nîqaş û gengeşiyan.
Burhan Kayaturk ê ku Parlementerê AK Partiyê yê Wanê ye û namzedê parlementeriyê yê rêza ewil e der heqê meseleyê de daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku gelek gilî û gazin tên kirin û meneya wê xwîna ku ji lûlikan diherike çi ye? dixwazin hîn bibin.
Kayaturk destnîşan kir ku ew afîş ne ji rêzê ne û bi wê xwîna ji lûlikan diherike ve kesên ew amadekirina dixwazin peyamekê bidin xelkê û li ser wan bi tesîr bin û wiha pê de çû: "Li ser wan afîşên di bîlbordan de daliqandine lûlik hene û jê xwîn tê, di bin wê xwînê de îfadeyên wek hişyariyê hene. Li gor me tu meneya wan tuneye, lê xelk gelek meneyan li ser wan bar dike û ji me re dibêjin hûn çima ranakin û destûrê didin tiştên wiha? Li ser van daxwazan me lêkolînek kir û em pê hesiyan ku saziyeke di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin de afîş amade kirine."
Kayaturk ragihand ku ew afîş ji armancên xwe dûr hatine amadekirin û wiha dewam kir: "Peyama ku xwestine bidin bi awayekî veşarî dane. Min telefonî Midûrê Ewlehiyê yê Bajêr kir jê pirsî, 'Çi dinivîse, hûn dixwazin çi bibêjin û kê ev yek kiriye?' ragihandin ku haya wan jî jê tuneye û midûriyeta karên av û serebê ji bo bala gel bikşîne ser bêaviyê xebateke wiha amade kiriye."
Parlementerê AK Partiyê Kayaturk ragihand ku dema meriv ji zarokan jî bipirse qesta hişyariyê baş dizanin û bi wan afîşan ve tê xwestin ku xelkê bitirsînin û li ser wan xwedîgotin bin.