BRUKSEL
Nûneriya Daîmî ya Yekîtiya Ewropayê (YE) ya Tirkiyeyê li biryara Parlementoya Ewropayê (PA) ya der heqê bûyerên 1915an de ku di 29ê Nîsanê de ji Tirkiyeyê re şandibû, sernivîs zêde kir û paşve şand.
Di daxuyaniya ku Nûneriya Daîmî ya YEyê ya Tirkiyeyê da wiha hat gotin: "Biryara der heqê bûyerên 1915an de ku di 15ê Nîsanê de li Lijneya Giştî ya PE hat qebûlkirin û di 29ê Nîsanê de gihîşt destê Nûneriya me ya Daîmî û di 30yê Nîsanê de me ji wan re şand."
Di biryara PEyê ya ku tu tesîreke wê tuneye de piştgirî didan îdiayên ermeniyan û ji Tirkiyeyê dihat xwestin ku bila wan îdiayan qebûl bike û bermayiyên xwe yên berê paqij bike.
Tirkiyeyê berê agahî dabû ku wê biryara PEyê bi heman awayî li wan vegerîne.
Wezareta karên Derve ya Tirkiyeyê jî piştî biryara PEyê daxuyanî dabû û diyar kiribû ku ew pesê bi metna vê biryara ku li dijî hiqûq û dîrokê ye nakin.