Haydar Şahin
16 Nîsan 2019•Rojanekirin: 16 Nîsan 2019
Li Edirneyê agir bi Kerwansaraya Rustempaşa ya dîrokî ket û ekîbên agirkujiyê şewat temirandin.
Li gor agahiyên hatin sitandin, li qismê xistine otel a kerwansarayê agir bi odeya karker tê da diman ket.
Kesên li der û dorê haya ekîban pê xistin û li ser vê ekîbên agirkujiyê midaxeleyî şewatê kirin û hê şewat mezin nebibû temirandin.
Ji ber ku şewat di demeke kin da hat temirandin kerwansaraya dîrokî zêde zirar nedît.
Ji bo ku qismeke kerwansarayê wekî otel were bikaranîn xebatên restorasyonê dikatin kirin, hat îdiakirin ku sobeya ceyranê welgeriyaye û şewat derketiye.
Hat ragiandin ku di şewatê da qatek nivîn şewitîn.