İbrahim Atmaca
16 Nîsan 2019•Rojanekirin: 16 Nîsan 2019
Li Herêma Rojhilata Anadoluyê şilope û berf tê payîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa ewrsayî û pirewrayî, cî bi cî tavî û teyrok tê payîn.
Li herêmê piştî wextan li cihên bilind şilope û berf wê bibare, li gor texmînê şilope û berf wê danê nîvro li Erzirom, Erzincan û Agiriyê bibare.
Li herêmê tê payîn ku germa hewayê di navbera 4 û 8 pileyan da binê germa demsalê ra be.
Li herêmê bi şev germa herî kêm li Erziromê 4, li Qers, Agirî û Erdexanê 5, li Erzincanê 8, li Îdirê 14 pile hat pîvan.
Nava rojê germa herî zêde ya ku tê payîn li Îdirê 17, li Erzincanê 13, li Qersê 10, li Agirî û Erdexanê 9 û li Erziromê 7 pile be.
Qalindahiya berfê ya li navendên kaşûnê jî li Sariqamîşê 67, li Konakliyê 88, li Palandokenê 120 û li Erganê 180 santêm hat pîvan.
Rayedaran hişyarî da ku welatî piştî helîna berfê ji bo lehî û hezazê baldar bin.