MARDİN
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk, Rektorê Wekîl ê Zanîngeha Mêrdîn Artûkluyê (ZMA) Prof. Dr. Ahmet Agirakça li meqamê wî ziyaret kir.
Turk ji ber wezîfeya nû Agirakça pîroz kir û diyar kir ku hêvî ya wî ya der heqê pêşveçûna bajêr de tam e.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Turk destnîşan kir ku Mêrdîn bi saya çand û civaka xwe ji bajarên din cudaye û ev taybetî jî divê bi kêrî bajêr bê û zanîngeh jî ji bo bi cihbûna jiyaneke bajarî xwedî gotinê be.
Agirakça jî ji bo ziyareta Turk kêfxweşiya xwe parve kir û ragihand ku li herêmê nijad, ziman, dîn û baweriyên ji hev cihê hene û zanîngeh jî di avakirina biratiya wan hemû cudahiyan de cih digre û li herêmê dê bi bandor be.
Rektorê Wekîl Agirakça jî destnîşan kir ku di navbera Zanîngeha Artûklû û Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de projeyên di qada, tûrîzm, perwerdehî û îstihdamê de dê bi hev du re birêvebibin.
Agirakça ragihand ku zanîngeh ji bo pêvajoya çareseriyê xwediyê roleke girîng e û bo aramî û aştiya gelê herêmê jî dê xebatên xwe bidomîne.