Turk li Mêrdînê beşdarî buroya hilbijartinê ya BDPê bû û wiha axivî:
"Ji bo azadiyê, ji bo pêşerojeke azad em ê her tim li meydanan û li ber sandoqan bin. Em ê tekoşîna demokrasiyê ya gelan derxin holê. Gelê ereb, suryanî û kurd dê mil bidin hev û Merdînê xweşiktir bikin. Bila tu kes fikaran neke."
Tirk bangî gelê ereb ên Mêrdînê kir û wiha axivî:
"Gelê ereb, suryanî û kurd dê mil bidin hev û Merdînê xweşiktir bikin. Ez dixwazim bangî gelê me yên ereb bikim. Tekoşîna me ya azadiyê ne bi tenê tekoşîna azadiya Kurdan e. Tekoşîna me ya azadiyê ji bo hemû gelên ku li vir dijî ne. Dema em dîrokê dinêhêrin, ji 5 hezar salan vir ve gelê ereb, suryanî û kurd bi hev re wek bira jiyane. Dê ji vir pê ve jî li ser heman axê bi hev re bijîn. Ev ax ne bi tenê axa tirkan e, ev axa hemû gelan e û welatê hemûyan e. Em dê lîstika dewletê ya ku heta niha ji bo ku me bîne hemberî hev xirab bikin."
Turk diyar kir ku şaredariya mezin û navçeya navend Artuklu divê ji hev neyên veqetandin û wiha got:
"Heke em ji bo Artukluyê şev û roj nexebitin û Artukluyê bi dest nexin em dê şaredariya mezin jî bi dest nexin. Divê ji bo vê gelê Mêrdînê şev û roj bixebite. Lewra divê lingekî me seqet nebe. Heke em herdu şaredariyan jî qezenc bikin wê demê em dê xizmeteke bê qûsir pêk bînin."
Turk wiha pê de çû:
"Em ê Mêrdîna qedîm û dîrokî bi rengê wê ya 150 sal ewil ve bixemilînin. Em ê Mêrdînê bikin bajerekî tûrîzmê û bajarekî dinyayê. Em dê wê bikin bajarekî UNESCOyê. Divê ev baş bê dîtin. Em bi salane siyasetê dikin. Heta îro dozeke gendeliyê û bêrêtiyê der barê şaredariyên me de an jî der barê me de nehate vekirin. Tu kes dê ji BDPê re û siyasetmedarên kurd re nebêje wan di qutiyên solan de pere veşartin û dê nebejin jî."
Turk piştî axaftinê buroya hilbijartinê vekir.