15 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2016
ANKARA
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) 5 serlêdanên din jî yên ku bi daxwaza bila ji bo rakirina qedexeya derketina derve ya li Silopî û Cizîra navçeyên Şirnexê û Sûra navçeya Diyarbekirê biryara tevdîra ihtiyatî bê dayîn, hatin kirin, red kir.
Li ser navê 5 welatiyên ku li Silopî, Cizîr û Sûrê dijîn parêzerên wan serî li DMMEyê dan.
Di serlêdanan de hat xwestin ku qedexeya derketina derve bê rakirin, operasyonên ewlehiyê bên rawestandin an jî li gor standartên navneteweyî bên kirin bila bergiriyên berwext bên girtin.
Dadgehê di çarçoveya nêrîna ku Wezareta Edaletê ji bo serlêdanên berê niha şandibû de biryar da ku di vê merhaleyê de ji bo ku biryara tevdîrên îhtiyatî bê dayîn têrî xwe dane tunin û serlêdan red kirin.
Di biryara DMMEyê de hat diyarkirin ku pêşî li ser serlêdanan lêkolînan bikin.
Dadgehê pêr jî serlêdanên bi daxwaza tevdîrên ji bo qedexeya derketina derve ya li Cizîr û Sûrê red kiribû.